سەکۆ

بۆ نیشتیمانسازی​

Generic selectors
Exact matches only
Search in title
Search in content
Post Type Selectors

Manîfestoya Avakirina Virtual a Dewleta Kurdistana Serbixwe

Silêman Mistefa

Xebat Abdullah

Pêşekî

Di sê dehsala dawî de, pêvajoyên gerdûnîbûnê li gel geşepêdana bilez a teknolojiya agahdarî, medyaya civakî û zîrekiya destkird, guherîneke bingehîn di awayê pêkhatina nasnameya civakî û siyasî ya koman û neteweyên cuda de çêkiriye. Ev guherîn bûye sedem ku têgeha netewe û dewletê tenê di çarçoveya sînorên erdnîgarî de nemîne, lê belê bi rêya torên pêwendiya dîjîtal û qadên virtual jî li ber çavan bikeve.

Ji bo me Kurdistanî wek neteweyeke dagirkirî û dabeşkirî, ku di çar parçeyên erdnîgariya nîştimana me de û bi milyonan ji me jî di diyasporayê de dijîn, medyaya civakî derfeteke taybet ji bo avakirina șêwazêkî nû ji nîştimansazî, yekîtiya neteweyî û avakirina dewleteke Kurdistana serbixwe bi awayekî virtual (xeyalî/dîjîtal) peyda kiriye.

Ev peyam ku du sal in kar ji bo darêştin û gihandina wê tê kirin, armanca wê ew e ku rola medyaya civakî di afirandina qadeke virtual de ji bo dewletdariya Kurdî bide xuyakirin û mekanîzmayên sereke yên vê pêvajoyê û bandorên wê yên civakî û siyasî ronî bike. Di heman demê de bang li Kurdistanîyan dike ku bi awayekî bibandor beşdarî avakirina vê armanca pîroz bibin.

Çarçoveya Teorî

Di nêrîna teoriyên netewesaziyê de, netewe di bingeh de wek “komunîteyeke xeyalî” (Imagined Community) hatiye pênasekirin, ku bi rêya ziman, dîrok, çand, çarenûs û bîreweriya hevpar, tora pêwendiyê di navbera endamên wê de ava dibe. Îro di bin sîya pêşketina teknolojîk û bi taybetî teknolojiyên medyaya civakî de, ev pêvajo gelekî bileztir bûye; ji ber ku medyaya civakî qadeke ji bo peguherîna berdewam a raman û nêrînan û ji wir jî afirandina gotareke hevpar peyda dike. Ji bo me Kurdan, ev şoreşa dîjîtal dikare bibe xaleke bingehîn ji bo pêvajoya netewesazî û nîştimansaziyê li derveyî sînorên siyasî yên sepandî.

Her ji vê perspektîfê ve, derfet ji bo damezrandina dewleteke Kurdistana serbixwe bi awayê wê yê virtual hatiye rexsandîn. Dewleteke virtual tê wê wateyê ku civakek bi rêya torên dîjîtal hesta hevwelatîbûn û beşdariya siyasî ava dike, her çend ev dewlet di warê qanûnî û siyasî de di rewşa niha de xwedî hebûneke jeopolîtîk nebe jî.

Mekanîzmayên Kar

 * Yekem: Yekbûna Neteweyî; ango afirandina toreke naskirinê ya berfireh. Platformên dîjîtal derfet dane ku bibin cihê pêwendiya rasterast di navbera kesan de û damezrandina toreke neteweyî ku sînoran derbas bike. Di heman demê de ev tor qadekê ji bo birêxistinkirina çalakiyên hevpar peyda dikin.

 * Duyem: Gotarsazî; ango berhemhênan û pêşkêşkirina tekstên siyasî, çandî, edebî û hunerî yên Kurdî. Kar kirin li ser vejandina rastiyên dîrokî û neteweyî yên Kurd û bersivdana hewlên çewtekariyê yên dagirkeran.

 * Sêyem: Hişyariya Neteweyî û Nîştimanî; ango pêşxistina perwerdehiya siyasî û medenî ya kesan bi rêya dîbeyt û webînarên online. Ev yek bêguman bingehê avakirina çanda diyalogê û damezrandina civakeke vekirî û demokratîk e.

 * Çarem: Lobîkirin ji bo Dewleta Kurdistana Berçav; ango birêxistinkirina çalakiya siyasî û girêdana tora hevkarî ya navdewletî bi rêya medyaya civakî, bi armanca pêşxistina pêwendiya di navbera Kurd û civaka navdewletî de.

Berencam

Damezrandina dewleteke virtual di qada dîjîtal de dikare hesteke nû di hevwelatîbûn, yekbûn û yekrêziya neteweyî de biafirîne. Ev pêvajo bandoreke rasterast li ser rewşa siyasî ya Kurd, bihêzkirina tora civakî û zêdekirina hişyariya siyasî dike. Her çend ev awayê dewletdariyê nabe cihgira dewleteke maddî û berçav, lê dikare bibe bingeheke fikrî û civakî ji bo pêvajoya netewesazî û nîştimansaziyê.

Medyaya civakî qadeke nû û girîng ji bo afirandina nasname û pêvajoya netewesaziyê peyda kiriye. Ji bo neteweya Kurd, bikaranîna vê qadê ji bo damezrandina dewleteke virtual dikare bibe gaveke stratejîk ji bo bihêzkirina yekbûn û yekrêziyê û afirandina bîrewerî û çarenûseke hevpar. Ev pêvajo, heger bi awayekî birêxistinkirî û bihişyariyê ve birêve biçe, dikare bibe bingeheke saxlem ji bo paşerojeke hevpar.

ئەم بابەتە دەربڕی بۆچوونی نووسەرە.

ڕێکخراوی

سەکۆ بۆ نیشتیمانسازی

Features

نوێترین بابەت

  • All Post
  • Uncategorized
  • Uncategorized
  • ئەدەب و فەرهەنگی منداڵان
  • بوخچە
  • بۆ منداڵان
  • بیرورا-
  • بیروڕا
  • توێژینەوە و لێکۆلێنەوە
  • دیرۆک
  • شڕۆڤە
  • هەمەڕەنگ
  • هەوار
  • وتار
  • پرسیاری سەکۆ
  • ڕانانی کتێب
  • کلتورو مێژوو
  • کلتۆر
  • کەسکایی

eBook App for FREE

Lorem Ipsum is simply dumy text of the printing typesetting industry lorem.

نووسەران

Generic selectors
Exact matches only
Search in title
Search in content
Post Type Selectors

Copyright © 2025 SEKO